✈ Free worldwide shipping on all orders over $100.00

Folklor u Edebiyata Geleri

ISBN

9786052246337

Yayınevi

Avesta Yayınları

Baskı Yılı

2019

Cilt Tipi

Ciltsiz

Sayfa Sayısı

344

Ağırlık

344

Boyutlar

13 x 20

Kağıt Cinsi

2. Hamur

$37.50

Favorilere Ekle
Sorgusuz İade Hakkı

Memnun kalmadığınız durumda, ürünleri 30 gün içinde iade edebilirsiniz.

Hızlı Kargo Seçeneği

Memnun kalmadığınız durumda, ürünleri 30 gün içinde iade edebilirsiniz.

Diğer Necat Keskin Kitapları

Açıklama

Xebata Necat Keskin a bi navê “Folklor û Edebiyata Gelêrî” derket. Folklor wek çanda nenivîsandî ya gelekî an jî herêmekê qadeke zêde berifereh e. Gelek sehayên folklorê hene ku lêkolînerên qadê hê ji destpêka avakirina vê disîplînê ve bi dabeşkirina van sehayan re mijûl dibin û yek ji wan sehayên girîng jî edebiyata gelêrî ye. Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berî wê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklor û edebiyata gelêrî bêhtir di bin bandora pêla romantîzmê de di dawiya sedsala 18an de xuya dibin û dîsa bi bandora vê pêlê  li seranserê cîhanê belav dibin. Bi demê re jî ev xebat, lêkolîn û lêgerîn wek disîplîneke serbixwe ya zanistî bi encam dibin ku nêrînên cuda, polînkirina sehayên disîplînê jî bi xwe re tînin. Mînakên xebatên folklora kurdî yên ku bi bandora vê pêlê ve bên girêdan di serê sedsala 20an de tên dîtin û ew jî bêhtir mînakên edebiyata gelêrî ne. Dikare bê gotin ku xebatên heta îro hatine kirin jî bêhtir di vê çarçoveyê de ne. Herçiqasî di salên dawî de hinek hewldan hebin jî, belkî têkildarî rewşa kurdan ya giştî û ya xebatên kurdî, ev xebat negihîştine asta disîplîneke serbixwe. An jî di kurdî de xebatên bi vî rengî gelekî kêm in.

Loma îro pêwîstiya xebatên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî bi xebatên di çarçoveya akademîk de hene û Folklor û Edebiyata Gelêrî jî ji vê pêwistiyê derketiye meydanê. Di vê xebatê de bi giştî wek disîplînekê folklor, tevî dîrok û sehayên wê; edebiyata gelêrî li gel binbeşên wê û herweha dîroka folklora kurdî; ceribandinên sehayên folklora kurdî û edebiyata gelêrî ya kurdî li gel mînakan dikare bê dîtin. Hêvî ew e ku ji aliyekî ve bibe alîkar ji bo xwendekar û eleqedarên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî û ji aliyê din ve jî rê li ber niqaş û xebatên nû veke.

Beğenebileceğiniz Kitaplar